Pirtûkên Kurmancî

 Kirmanckî
 Gencîneya Peyvan  

 [1] [2] [3] [4]


Kurm. Kirm. Tr D |

Ev pirtûka hîndariyan ji bo fêrbûna peyvên nû û firehkirina gencîneya gotinan, bi wêne, xaçepirs û rahênên cûrbecûr hatîye dagirtin. Di vê pirtûkê de ev mijar hatine amade kirin û her yek ji 10 rûpelan pêk tê.

Ev daring (materiyal) bash bi kêrî gencîneya gotinên kurdî yên bingehîn tê. Shagirt her 12 gotinan, li gor nîshanên diyarkirî, nas dike û fêr dibe.

  Mijar  Rûpel
 Tebayên kedî 1
[1] [2] [3] [4] [5] [6] [7] [8] [9] [10]
 Tebayên kedî 2 [1] [2] [3] [4] [5] [6] [7] [8] [9] [10]
 Tebayên kovî 1 [1] [2] [3] [4] [5] [6] [7] [8] [9] [10]
 Tebayên kovî 2 [1] [2] [3] [4] [5] [6] [7] [8] [9] [10]
 Tebayên dirinde [1] [2] [3] [4] [5] [6] [7] [8] [9] [10]

Baldan (konsêntrasiyon), daxwez û bilezbûna shagirtan bi zîrekî û têgihîshtina wan ve girêdayî ye. Loma pêwîstîya van shagirtan bi zaf balkêshî û yarmetîya (alîkarî) pêdagogan heye. Ev daxwezî li ser me pir giran e. Ev daring dibe alîkarî û asanî ji bo amadekirineke çalak û ew gengaziyeke (îmkan, rêdan) cudayî pêshkêsh dike.
Me bi pêkanîna hin nîshanan xwestiye, ku hînbûn bi vê pirtûkê hên asantir bibe. Pirtûk ji aliyê shêwe (mêtod) ve wisa hatiye danîn, ku xwendevan bikanibe serbixwe kar bike.
Ji bo mirov bash tê bigihîne û rast binivîsîne, hin rahên (hîndarî) û xaçepirs jî hatine amadekirin. Hin kaxezên rahênan, wek nimre (5 û 6) bi du radeyên dijwariyê hatine danîn. Wek alîkarî du nîshanên dijwariyê, giran û sivik, hatine diyarkirin. Loma, ji bo her 12 peyvan, bilî kaxezên rahênan yên diyarkirî, heft kaxezên rahênan ji bo fêrbûnê jî hene. Bi rêya alîkariyên diyarkirî, mirov dikane kaxezên rahênan yên din jî ji bo radeyên dijwariyê yên cuda bi kar bîne.
Kaxezên rahênan, yên beshekî serbixwe dikanin li dû hev yan bi awayekî bijarte, yekser yan jî her dema ku mirov bixweze, tên bikaranîn.
Hûn dikanin kaxezên rahênan bi xwe nimre bikin û wan li cih û dema hûn bixwezin pêkbînin. Shagirtên we bila hejmara rûpelên rahênan bi xwe dagirin.

© Alan Dilpak