Gotarên bi Kurmancî

  
pêshveçûna zimên  
zimanê dayîk çi ye?   
perwerde

 Kirmanckî


Kurm. Kirm. Tr D |

Zimanê dayîk çi ye?

Alan Dilpak

 

Zimanê dayîk di ferhengên almanî de wisa cih girtiye:

Zimanê dayîk, zimanê ku mirov ji zaroketîya xwe vir de fêr bû ye (Wahrig, Deutsches Wörterbuch).

Zimanê dayîk, zimanê ku zarokek wek zimanê herî pê,î fêr bû ye (Karl Dieter Bünting, Deutsches Wörterbuch).

Zimanê dayîk, zimanê ku zarokek wek zimanê yekemîn fêr bû ye (Karl Dieter Bünting, Deutsches Wörterbuch).

Zimanê dayîk, zimanê ku kesek di zaroketîya xwe de fêr bû ye (Knaur, Deutsches Wörterbuch).

 

Zimanê dayîk di ferhengên kurdî de wisa cih girtiye:

Feryad Fazil Omer: Muttersprache ---> zimanê mader
Amîrxan: Muttersprache ---> dêziman, zimanê makî, zimanê dayîkî
D. Îzolî: Zimanê mader ---> anne dili
Fetullah Kakioglu: anadili ---> zimanê mader
Prof. Farizov: ana dili ---> zimanê dê

 

Zimanê dayîk di ferhengên tirkî de wisa cih girtiye:

anadil: Zimanê ku jê hin zimanên din jî çê bûn. (kendisinden bashka diller türemish diller).
anadili: Zimane ku di zaroketîyê de ji dayîkê tê fêrbûn (çocuklukta anneden ögrenilen dil).

Wexta ku mirov van ferhengan dide berhev, di derheqê zimanê dayîk de du dîtin tên ber çavan: Hin kes zimanê dayîk li dayîkê girê didin û bi gotinên "zimanê dayîkê, zimanê dê, zimanê mader ---> anne dili, anadili" bi lêv dikin û hin jî wî bi dema zaroketîyê ve girê didin û bi gotinên "zimanê dayîkî, zimanê makî, dêziman, makziman, anadil) bi lêv dikin. Wê çaxê mirov dikane bibê, ku tishtên ku tên gotin di bingehê de ji hev cuda ne. Hin kes zimanê dayîk li dayîkê tenê girê didin û bi vî awayî zimanê dayîkê wek zimanê gelî (orjîn, êtnîkî) dihesibînin, lê hin jî zimanê dayîk wek zimanê ku di zaroketîyê de tê fêrbûn dibînin û girêdana wî li êtnîyê (orjîn, gel) wek merc (shert) nabînin. Jiboku ev mijar bash bê fêmkirin, pêwîst e, em li bersiva hin pirsan bigerin, wek nimûne:

Gelo zimanê van zarokan, yê dayîk çi ye, heger:

 * dayîk û bav kurd in. Zimanê ku ew pê daxivin Kurdî ye û zarok fêrî Kurdî bû.
 * dayîk alman e, bav kurd e. Zarok bi alîyê (teref) bavê kurd ve hate perwerdekirin, zarok fêri Kurdî tenê bû.
 * dayîk kurd e, bav alman e. Zarok bi alîyê (teref) bavê alman ve hate perwerdekirin, zarok fêri Almanî tenê bû.
 * dayîk alman e, bav kurd e. Zarok bi alîyê (teref) dayîka alman ve hate perwerdekirin, zarok fêri Almanî tenê bû.
 * dayîk û bav kurd in, lê zimanê ku ew pê daxivin Tirkî ye û zarok fêrî Tirkî bû.
 * dayîk û bav tirk in, lê zimanê ku ew pê daxivin Kurdî ye û zarok fêrî Kurdî bû.
 * dayik tirk e, bav kurd e. Li mal bi herdu zimanan (Kurdî, Tirkî) tê axaftin. Zarok fêrî herdu zimanan bû.

Ligor bersivên van pirsan jî tê dîtin, ku tarîfkirina (Definition) zimanê dayîk ne haqas hêsan e. Mirov dikane zû bikeve nav shashîyan. Heger em bi hin gotinên din bi lêv bikin, em dikanin mijara xwe wisa zilal bikin: Jibo her kesî bi du taybetîyên bingehîn ziman hene. Zimanê êtnîkî (orjînî) û zimanê bingehîn, yanê yê ku wek zimanê yekemîn di dema zaroketîyê de hate fêrbûn. Ligor bawerîya me jî mirov nikane zimanê dayîk herdem li dayîkê tenê girê bide û di bin her mercê de wek zimanê taybetî, yanê êtnîkî (orjînî) bihesibîne. Jiberku taybetîyên ku zimên dikin zimanê dayîk funksiyonên wî ne. Zimanê Kurdan yê taybetî (gelî, orjînî, êtnîkî) Kurdî ye. Lêbelê zimanê hin kurdan yê dayîk Kurdî nîne. Ew di zaroketîya xwe de fêrî hin zimanên din bûne û ew ziman jibo wan bûne zimanê dayîk, wek: Erebî, Farisî, Tirkî, Almanî û hwd. Ev rastîya ne jibo kurdan tenê, lê jibo her gelî jî wisa ye. Ji hin gelan zaf malbat di zû de wek koçer hatin Almaniyayê. Ji nijada (ziryet, Generation) 3. pir kesên ku bi zimanê xwe yê êtnîkî, wek Tirkî, Kurdî nizanin, lê bi zimanê Almanî dizanin, hene. Di hin malbatên ciwan de dê û bavên zarokan bi Almanî daxivin û zarokên wan jî fêrî zimanê Almanî bi tenê dibin. Di vê nimûnê de berçav dibe, ku orijîna dê, bav û zarok kurdî, yan jî tirkî ye, lê zimanê wan yê dayîk, yanê bingehîn jibo danûstandinê, Almanî ye. Jibo vê yekê em dibên, dîtina ku zimanê dayîk li dayîkê tenê girê dide û wî di bin her mercê de wek zimanê taybetî (êtnîkî, orjînî) dibîne ne di cih de ye û kêm e. Loma em dikanin ligor shîrovekirina xwe ya heya niha di warê bilêvkirinê de jî ashkere bikin, ku divêt gotinên "zimanê dayîk", "dêziman" yan jî "makziman" werin bikaranîn.

 

Em dikanin diyarbûna zimanê dayîk bi vî awayî bidin nasandin (Definition):

Hin lêkolînvan dibên, ku fêrbûna zimên jibo zarokan di rehîma dayîkê de dest pê dike. Bi rastî jî rewsha dayîkê ya psîkolojîkî bi her awayî bandorê (tesîr) dide ser zarok hên di rehîma wê de. Lê mirov nikane vê bandorê wek bingeha zimên binirxîne. Jiberku, wek tê zanîn, hin zarok bi alîyê psîkolojîkî ve qet ligor dayîka xwe naçin, lê ligor bavê xwe diçin. Wek me di destpêka gotara xwe de jî anîbû zimên; pishtî bûyîna zarokan, dengên ku ew çê dikin, wek qêrîn û girîn hin taybetîyên girêze (instikt) ne û hên ne ziman in. Ziman taybetîyeke mirov e û ev wek nîshaneke taybetî wî ji hebûnên din yên jiyandar cuda dike. Mirov jî wek tebayên pêshketî hest, êsh û janên xwe bi hin dengên xweristî (xwezayî, tebî) ashkere dike. Lê ev hên ne ziman e, jiberku di zimên de sîstêmek heye, ya ku ji hin îsharetan (tîp) pêk tê, û ev jî cudahîya navbera teba (heywan) û mirovan e.

Her zarokekî bi jiyaneke tendurist ji bûyîna xwe pê ve bê bandor, bi awayekî xweristî (xwezayî, tebî) fêrî zimanê xwe yê dayîk dibe. Zarok berê organên xwe yên dengan nas dike û bi wan hînî çêkirina dengan dibe. Nêzîkî 12 mehan zarok dest bi çêkirina hin hevokên yekgotinî dike (Gava-Lall). Ev hevok ji gotineke tenê pêktên, lê xwedîyê wateyeke mezin in (wek; hew hew: Kûçik tê, kûçik diçe.). Bi sal û nîvekê zarok dibin xwedîyê nêzîkî 50 dengên (hevokên) yekgotinî.
Pashê zarok pêshvebirina zimanê xwe bi gava dugotinî didomîne (wek; derpî shil) û gencîneya xwe ya peyvan bilez dewlemendtir dike. Hejmara peyvan di gencînê de bi sê salan digihîne nêzîkî 850 peyvan. Zarok bi du salan bi gava du- û zêdetirgotinî dike. Di vê gavê de zarok hînî taybetîyên zimên yên dijwar dibe û peshveçûna bilez dimeshe.


Lîstik, henek, tishtanok, mamik, metelok, pêkenok, hewaldan (kurteçîrok), çîrok û stran di fêrbûna zimên de roleke giring digirin. Bi vî awayî zarok hînî zimanê hawîrdora xwe dibe. Ew hînî gotinan bi tenê nabe, lêbelê fêrî wateyê (mane) wan jî dibe. Zimanê ku bi vî awayî hatiye fêrbûn zimanê dayîk e. Bi alîkarîya vî zimanî zarok dikane fikirên xwe pêshve bibe, ligor têgihîshtin û kanîna xwe dinyake xwe diyar bike û tishtên nû fêr bibe. Jibo vê yekê mirov dikane di zimanê xwe tenê de fikir, raman û hesten xwe bi awayekî bash bîne zimên.

Mirov çiqas fêri zimanên din jî bibe, hin nirxên xwe yên bi naverokeke gelî, wek; stran, govend, lîstik, kurteçîrok, çîrok, metelok, tishtanok û pêkenok, dikane bi zimanê xwe yê dayîk hewalde. Wek nimûne: mirov nikane hin pêkenokan wergerîne zimanekî din. Dema ku mirov werdigerîne jî dibin wek xwerineke bê xo û tu tam tê de namîne.


Di diyarbûn û pêshveçûna zimanekî dayîk de malbat û hawîrdora civakî roleka bingehîn dilîzin. Heger mirov dixweze, ku zimanê etnîkî (orjîn) wek zimanê dayîk diyar bibe, pêwîst e, mirov mercên (shert) malbatî û civakî bicih bîne. Di malbatê xwe de ligor rabûn û rûnishtina gelê xwe bije û bi zimanê xwe yê taybetî baxive.
Li her dera dinyayê zarok bi heft salî dest bi çûna xwendegehê dikin. Ev ne tishtekî tesadûfî ye, jiberku zarokên ji heft salî biçûktir nikanin xwestekên dibistanî bi cih wînin. Heft salî jibo zarokan dema kamîlbûnê ye jibo dibistanê. Amadekirin û pêshvebirina zarokan jibo dibistanê bi piranî bi zimanê dayîk dibe.


Jibo pêshveçûna kesan û kesayetîyeke bixwebawer, merc e, ku zimanê wî yê dayîk di dibistanê de jî bê bikaranîn. Heger ev mumkin nebe, pêshveçûna wî kesî bi her awayî temam nabe û di nîvçe de dimîne. Piranîya zarokên biyanîyan li dervayî welêt bi vî awayî ye. Zarok bi zimanekî din (biyanî) dest bi dibistanê dikin û pêshketina wan ya di zimanê dayîk de qut dibe û her çi diçe ji zimanê xwe yê dayîk bi dûr dikevin. Bi vî awayî ew ne bi zimanê xwe yê dayîk bash dizanin, ne jî zimanê, ku li dibistanê tê bikaranîn bash fêr dibin. Bi destpêka dibistanê zarok dikevin nav hin nakokîyên dijwar. Ev nanokî serketin û pêshveçûna zarokan dixin bin bandoreke neyenî (negativ).

 

Zimanê dayîk pir in:

Mirov nikane bibê, ku zimanê netewî (mîllî, nasyonalî) herdem zimanê dayîk e. Di dewleteke wek Tirkiyê de pir netew dijîn û zimanê wan yê dayîk jî ne tirkî ye. Jiberku li wê derê pir netewên din jî dijîn wek: Kurd, Laz, Çerkez, Ashûrî, Ereb, Ermenî, Yownanî, Azerî, Ozbêkî û hwd.
Zimanê her netewê ji van dikane bibe zimanekî dayîk.

Piranîya hin malbatan ji du netewan pêktên. Mirov nikane di vê rewshê de behsa zimanekî dayîk bi tenê bike. Mumkun e, ku di hin malbatên bi vî awayî de bi herdu zimanan tê axaftin. Zarokên ji van malbatan bi awayekî xweristî hînî du zimanan jî dibin. Zarokên ku di bin van mercan de mezin dibin, dibin xwedîyê du zimanên dayîk. Ne merc e, ku zarok fêrî zimanê dayîka xwe tenê bibe.

Ligor hin berhemên lêkolînvanan zarok dikanin bi hev re fêrî du zimanan û zêdetir jî bibin. Ew vê mêtodê wek shêweyekî erênî dibînin û pesna wê didin. Zarok vê çaxê ji zimanekî heta zimanê din wernagerîne, jiberku herdu ziman jibo wî zarokî zimanên dayîk in.

 

Zimanê dayîk, bi rastî çi ye?

 Faktor Ziman
 Çavkanî Zimanê ku cara pêshîn hatiye fêrbûn
 Bikaranîna zimên Zimanê ku mirov herî bashtirîn pê dizane
 Hestên xwedîziman Zimanê ku axaftvan wek zimanê xwe dibîne
 Bawerîya guhdaran Bewarîya kesên guhdar çi ne, dema ku mirovek daxive? Ev zimanê ku ev mirov pê daxive, zimanê xwe yê dayîk e, yan jî na.
 Funksiyon  Zimanê ku mirov bi piranî pê daxive.

Ev faktor xwe didin ser bingehên têyorîk yên cûrbecûr. Pêwîst e, ku di zimanê dayîk de ev gisht faktor cih bigirin.

Li vê derê diyar dibe, ku faktor hem besh bi besh bi hev re harmonî pêktînin, hem jî besh bi besh ji hev diqetin.

Mirov dibîne ku, li ba gelek ciwan û zarokan, zimanê ku ew jê tên, zimanê ku ew wek zimanê dayîk pê fêr bûne, lê ev nayê wê maneyê, ku ew vî zimanî herî bash dizanin.

 

Wateya (mane) zimanê dayîk jibo sosyalîzasyonê (shekilgirtin di civakê de)

Zimanê dayîk di her warî de xwedîyê hin funksiyonan e, yên ku dev jê nayê berdan:

1. Ziman wek zimanê dayîk jibo vegihîshtandin û çespandina (stabilîze, zexim) kesayetîya zarok, xwedîyê roleke giring e; pêshketin û kesayetîya bingehîn ya zarok pêktîne.

2. Di ziman, wek zimanê dayîk de, zarok binavkirin û tegîshtina derûdora xwe yekser (dîrêkt) tîne ziman û rêya xwe peyda dike.

3. Ziman wek zimanê dayîk derfetê dide zarok, ku vegirtin, dîsa (cardin) gotin û têgîshtina cîhanê, ya ku dîrêkt li derdora wî ya têgihîshtinê (fêmdarîyê) ye; rê dide, ku zarok serpêhatîyên giring fêr bibe û ji kesên din re bibê.

4. Ziman, wek zimanê dayîk zanabûna civakê di xwe de dihewîne.

5. Ziman, wek zimanê dayîk, di nav malbat û grûpê de, wasiteya têkildarîya hundirîn e. Bi wî mirov dikane çîrokên giring bibê û bijîne; di malbat û grûpê de têkilîya civakî biguherîne, bafirîne û bidomîne; raman û sîstêmên fikrê bide û bistîne, bi kurtî: çêkirin û dîsa nûkirina kesayetîya çandî ya rojane ye. Bi gishtî jî ev funksiyona zimanê dayîk di rewsha bêgane de, bi taybetî di xeterê de ye; berî her tishtî zarok û xortên hên nû digîjin dikanin zimanê dayîk, yê ku wan nêzîkî hev dike, winda bikin. Dê û bav û zarok çawa hev bi hev bidin fêmkirin, eger zimanê dayîk yên cuda bipeyivin, eger di nav malbatê de rêzeke zimanî-çandî peyda bûbe? Xort dê çawa kanibin bi normên dijhevî serî derkevin? Ew zarok çawa funksiyona têkilî ya zimên, ya ku bi gelemperî biriyara civakî ne, fêr bibin, pêshve bibin û ji hev cuda bikin?

 


Çavkanî:
1. Ackermann, Irmgard:
In zwei Sprachen leben, Deutscher Taschenbuch Verlag 1992, München.
2. Amirxan:
Ferhenga Almanî-Kurdî, Max Hueber Verlag, 1992, D - 8045 Ismaning
3. Barth, Wolfgang:
Muttersprache der Migranten, Zweisprachigkeit und Zweitspracherwerb.
4. Budde, Hildegard:
Für interkulturelle Erziehung qualifizieren, Band 2:
Hintergrundinformationen und Medien, Berlin 1990.
5. Bünting, Karl-Dieter:
Deutsches Wörterbuch, Issis Verlag AG, Chur/Schweiz, 1996.
6. D. Îzoli:
Ferheng, Kurdi-Trki / Trki-Kurdi, Weshanên Deng, Ûstanbul-1992.
7. Driever-Fehl, Dorothea:
Interkulturelle Kommunikation
8. Feryad Fazil Omar:
Kurdisch-deutsches Wörterbuch, Ferhenga Kurdî-Elmanî,
Kurdische Studien, Berlin-1992, Verlag für Wissenschaft und Bildung.
9. prof. FARIZOV:
Ferhenga Tirkî-Kurdî, Ankara 1994, Öz-Ge Yaynlar 18.
10. Knaur:
Das deutsche Wörterbuch, Lexikographisches Institut, München 1985.
11. Lexikon der Pädagogik in 3 Bänden, Verlag A. Francke AG., Bern 1951.
12. Lorenz, Z. Konrad - Oksaar, Els :
Der Mensch und seine Sprache, Propyläen Verlag.
13. Lewandowski, Theodor:
Linguistisches Wörterbuch, Bd. I, II, III, Quelle & Meyer Heidelberg.
14. Özön, Mustafa Nihat:
Türkçe cep sözlü©ü, Ûnkilap ve Aka Koll. Shti., Ûstanbul 1977.
15. Radick, W. :
Wie Andy das Sprechen lernt, Königstein/Ts. 1982
16. Todorov, Tzvetan - Ducrot Oswald :
Enzyklopädisches Wörterbuch der Sprachwissenschaften, Athenaion Verlag.
17. Wahrig, Gerhard:
Deutsches Wörterbuch, Mosaik Verlag, 1980.
18. Wiegand, Karin:
Zur Sprachentwicklung von Kindern.
 

[pêshveçûna zimên] [zimanê dayîk çi ye?] [perwerde

vegere jor