Gotarên bi Kurmancî

  Kirmanckî 


Kurm. Kirm. Tr D |

ÇEND GOTIN LI SER MAFÊ PERWERDE

BI ZIMANÊ DAYÎKÊ

Aydin Bingöl


Ziman nasnameya netewî ye


Ziman, despêka civakbûna mirovahiyê ye. Mirov hebûneke zana û civakî ye. Li gor vê yekê mirov bi bikaranîna ziman dibe xwediyê kesayetî. Mirov dikare bibêje ku ziman bingeha raman û maddibûna zanistî ye.
Wateya zimanê ferhengê ev e: " Ji bo îfadeya raman, hîs, serwextbûn, bikaranîna hemî sembol û taybetî kombûna sembolên dengan e". Taybetên ziman yên esasî, axaftin, guhdarbûn, xwendin û nivisandin e.
Hebûnî ya civakiya ziman em bi vî awayî dikarin binirxînin: Hemû nirxên ku civakên netewî afirandine, li gor xwe xwediyê azadiyekê ne. Ev taybetiyên cudayî û orjînî di ziman û zanebûna netewan de vekirî tên xuyakirin. Bi vê re ziman û zanebûn nasnameya netewî ye.
Li gor van nirxandinan cihê zimanê Kurdî û rewsha wî ya li parçeyên Kurdistanê çi ye? Pewîst e were analîzkirin. Li bashûrê Kurdistanê herçiqas perwerdeya zimanê Kurdî çêbe jî, dîsa li ser ziman çewusandin heye. Li rojhilatê Kurdistanê perwerdeya zimanê Kurdî tune. Li malan, gundan tê axaftin. Li rojava bashûrê Kurdistanê rewsh wek rojhilatê Kurdistanê ye. Lê li bakûrê Kurdistanê rewsh gelek cuda ye. Axaftina zimanê Kurdî qedexe ye. Çewusandineke pir dijwar heye. Bi her cure asimilasyon û hewildayinên tunekirina zimane Kurdî, ji aliyê dewleta dagirker ya Tirk ve hatiye birêvebirin. Di bin wan mercan de jî, pêshxistin û gêshkirina zimanê Kurdî re derfet nemaye. Ez dixwazim bi taybetî li ser ev rewsha bakûrê Kurdistanê rawestim.
Dewleta dagirker vê xususê di zagona xwe ya bingehin de wiha îfade dike: "Li Tirkiyê zimanê fermî tirkî ye. "Di saziyên perwerdeyî û dibistanan de bilî zimane tirkî bi tu zimanan, wek zimanê zikmakî xwendin û perwerde nayê çêkirin".
Birêvebirina qedexe û asîmilasyona ziman di dibistanan de dest pê dike. Ji bo asîmilasyonê, dibistan saziyê herî giring e. Bash e, cihê perwerde di dibistanan de ew birêvebirin çawa dest pê dike? Zarokek shesh salî ji aliyê raman û biyolojîk de êdî hatiye dema perwerdeyê. Di nav afirandinên pedagojîk de ji bo zarokan tishtên herî girîng hînkirin û dewlemendkirina gotinan e. Tishtên ku dibîne, dibihîse û dijî bikaribe bîne ziman û îfade bike. Zarok pêwîst e bi van taybetiyan perwerde bibe. " Riya îfadeya ramanê ziman, ramanên ku bi ziman ne hatibin îfadekirin, hebûn û tunebûna wan jî nayê fêmkirin." " Xurtkirina zanebûnê bi bikaranîna ramanê mumkun e."
Ev firsend ji zarokên Kurdan re nayê dayîn. Zarokek shesh salî li gor temenê xwe xwediyê xezneya gotinan e. Zarok bi van gotinan hingî dikare xwe, hawuldorên xwe û zanabûnên xwe bîne ziman. Lê di dibistanên tirkan de zimanê wê sedî sed qedexe ye. Zimanê tirkî jî, ku bi zore didine ber wê, nizane an jî pir hindik dizane. Ji ber vê yekê derfetên ku bikaribe xwe ifade bike tune ye. Di nav shashbûnekî de ye. Di nav bêçarebûnekî de ye. Di vê pêvajoyê de her rojên derbaz dibin de li vê shashbûn û bêçarebûnê, bi dibistanên tirkan re nelihevhatin û tirs jî, zêde dibe. Di nav vê pêvajokê de zarok yek zimanekî axaftinê dizane; ew ji zimanê Kurdî ye. Ji ber ku ev ziman, zimanê wê yê zikmakî ye, li ser zarok û tishtên ku ji malbat û hawildorên xwe hîn dibe ve giredayî ye. Zarok zimanê dayîkê wek perwerdeya ku jê re hatiye dayîn de hîn dibe. Di vê pêvajokê de zarok perwerdeya ku di malbat û civakê de hiltîne, di mejiyê wê de bi cî dibe.
Ji aliyê din zarok, hawildorê xwe nas dike, geshbûna xwe didomîne û bi der-dora xwe re dikeve tekiliyan. Ev dem ji du salîyê xwe de destpêdike. Dîsa di vê demêde zarok bi deng û wêne pergalên asîmîlasyonê ya herî girîng televizyon û radyoyê nasdike.
Malbata zarok, di salên beriya dibistanê de navenda psiko-civak a dinyaya zarokan e. Ew rewsh, li ser dinyaya ramana zarokan jî direkt bandorî dike û bi wê re girêdayî ye. Di dema dibistanê de jî, ji zarokên Kurdan re bi alîkariya dest û îsharetan, bi metodên lêxistinê, bi birevebirin û metodên ku nemirovahiye bi çewusandina kesayetê û bi zorê hewildayîna perwerdeya tirkî tên kirin. Mamoste di vê mijarê de roleke mezin dilîze. Ji mamoste ew te xwestin: Gereke bi zorê zimanê tirkî bide perwerdekirin. Ew jî, wê dike. Mamoste, Kurd, çep an humanist be jî, guhartinekê çê nabe. Ji ber ku sîstemekî heye û mamoste jî, perçeyeke vê sîstemê ye. Sîstemê temam dike û birêve dibe. Di encamê de zarok ji zimanê xwe tê qetandin. Bê nasname dimîne. Ango li vir asîmîlasyon pêk tê. Di vê radeyê de girîngiya metoda ku tê birêvebirin namîne. Metod çî dibe bila bibe, qetandina ji zimanê zikmakî ku ev mafeke bingehiye û bê wê nabe, shuna wê de rikandineke zimanê biyanî û asîmîlêya zimanê zikmakî derwayê mirovahî, dijî demê û disa dijî rêwishta mirovahiyê ye. Axaftin, raman û perwerde bi zimanê zikmakî mafên bingehî ne. Hemû mafên bingehîn bi zorê ji dest tê ye derxistin. Gelo mafeke ku bi zore dest hatibe derxistin mirovahîbûna wê mumkun e ?
Felsefeya perwerde û hînbûna dewleta Tirk ramana fashizm û nijatperestiya Tirk e. Ev raman ji zanistiyê dur e û di xizmeta sherê psikolojîk de ye. Sîstema perwerde ya komara Tirk, bilî çanda tirk hemî çandan asîmîle dike û bi armanca tunekirinê programa çêdike. Ew bi armancên siyasî hatine girêdan û qerergahên sivîlîn. Di van qerergahên sivîl de, li gor tirkbûnê motivasyonên tênekirin, çalakiyên tirkkirinê têne birêvebirin. Her sibe bi zarokan gotina "Tirk im, rast im- Tirk im serfiraz im" bi zore didine xwendin û didine ezberkirinê. Dîsa bi vê metodê dîrok, wêjê û çanda tirkan tên perwerdekirin. Bi metodên herî nijadperest, shoven û dijî demê dixebitin ku shiklekî bidine zarokan. Bi vê awayê zarok ji nasname û ramanê xwe têne qetandin, digehênin nasnameyeke tirsonek û çewisandî.

Sîstema perwerde ya komara Tirk ramana zanistî înkar dike. Xwediyê motîvasyoneke bilî zanisti ye. Di vê sîstemê de zarok her roj rastî û cudabûna civaka xwe bi zorê inkar dike û ji bo vê sîstemê dikeve nav psikolojî ya derewê. Ji bo zarokan dibistan dibe cîhê derew û ew derew li vir vedigere pratîkê. Li aliyê din di vê sîstemê de afirandinên ku têne xwestin evin: " Hemwelatiyeke bash" kesê ku lêkolîn nake, pirs nake û li dijê fermanan dernekeve tê xwestin. Ev qedexekirin û biyanîkirin ya sistema perverdeya komara Tirk di hemî pêwajoya perwerdeyê de berdewam dike. Helbet zanabûneke ku ji bingehên xwe hatiye qetandin, gesh nake, pêshve naxe, bileksevî pêshî li perwerde yê digre. Zarokeke ku bi zimanê dayika xwe biaxife, xwe azad dibîne û perwerde yê jî, hîn bileztir hîn dibe, his û ramanên xwe jî dikare bi vekirî îfade bike. Ji xwe bawerî çê di be, kesayet û nasnamêya wê digîhe hev.
Di encamê de mirov dikare bibêje hem ji aliyê kesan, hem jî, ji aliyê civakî de bikaranîna ziman di xala hebûn û tunebûnê de digêhe hev. Eger di kesan û civakan de mafê hebûnî û mafê jiyanê mafeke bingehîn be, ziman jî ku ji jiyanê nayê veketandinê û wê temam dike dibe mafeke bingehîn. Ji ber vê sedemê xwestina mafê perwerdeya zimanê zikmakî di cîh de ye, biryareke rast û pêwîst e. Em perwerdekar jî, vê mafe biparêzin, geshbikin û pêshvebibin. Zimanê zikmakî di nav pevendiyên civakî de ciheke wisa digre ku jiyanê çedike. Disa di pêvajoya civakî de di dijberiyên civakî de roleke bingehîn dilîze.
Di vê mijarê de ji bo me Kurdan perwerde ya bi zimanê zikmakî, di hemî pêvendiyen civakî de bikaranîna Kurdî, bi zimanê xwe çêkirina huner, wêje, folklor û hwd. gelek pêwîst e. Disa gelek pêwiste ku siyaset, felsefe û hemî beshên zanistî de em zimanê xwe bikar bînîn. Ev ji bo civakbûn û orjinalîta me jî pêwist e. 'awa ziman ramanê gesh kiriye û ji vê demê shunve mirov bûye mirov, wisa jî, ji bo mirovbûna me bikaranîna zimanê me yê zikmakî pewîst e. Parastina wê mafê ne bes e. Ji bo vê tekoshîn û xebatên bi encam pêwîst e.