Gotarên bi Kurmancî

  Kirmanckî 


Kurm. Kirm. Tr D |
BIKARANÎNA LÊKERA "HATIN"
 
Îzedîn NASSO
HATIN

A: wek lêkereke sade,
 ya têneper
B: jibo avakirina pasîv

Lêkera "
hatin", di Kurdî de, bi du erkan (wezîfeyan) radibe:
 
1. Bikaranîna lêkera "hatin" wek lêkereke sade, ya têneper.
2. Bikaranîna lêkera "hatin" jibo avakirina raweya pasîv.
 

1. Bikaranîna lêkera "hatin" wek lêkereke sade, ya têneper:
 
Nimûne:

Ez têmcejna Newrozê.
Ez hatim cejna Newrozê.
Ez dihatim cejna Newrozê.
Ez hatime cejna Newrozê.
Ez hatibûm cejna Newrozê.
 
Tu têyî cejna Newrozê.
Tu hatî cejna Newrozê.
Tu dihatî cejna Newrozê.
Tu hatiyî cejna Newrozê.
Tu hatibûyî cejna Newrozê.
 
Ew tê cejna Newrozê.
Ew hat cejna Newrozê.
Ew dihat cejna Newrozê.
Ew hatiye cejna Newrozê.
Ew hatibû cejna Newrozê.
 
Em tên cejna Newrozê.
Em hatin cejna Newrozê.
Em dihatin cejna Newrozê.
Em hatine cejna Newrozê.
Em hatibûn cejna Newrozê.
 
Hûn tên cejna Newrozê.
Hûn hatin cejna Newrozê.
Hûn dihatin cejna Newrozê.
Hûn hatine cejna Newrozê.
Hûn hatibûn cejna Newrozê.
 
Ew tên cejna Newrozê.
Ew hatin cejna Newrozê.
Ew dihatin cejna Newrozê.
Ew hatine cejna Newrozê.
Ew hatibûn cejna Newrozê.
 
Shagirt dibistanê.
Shagirt
tên dibistanê.
Ew hat dibsitanê.
Ew
hatin dibistanê.
Siyamend ji sînemê hatiye.
Herkes hatibû shahîya Newrozê. ...
 
SERINC (têbînî) : LÊKER TÊN KESANDIN Û NAVDÊR TÊN TEWANDIN
 
   

 

 
2. Bikaranîna lêkera "hatin" jibo avakirina raweya pasîv:
 
Nimûne:
Hatin + kelandin: Av tê kelandin.

Hatin + dîtin : Shashî zû nayên dîtin.
Hatin + rastkirin : Chewtî hat rastkirin.
Hatin + chêkirin : Maseya ku bi destê Behzad hatiye chêkirin, zor rind /bash e.
Hatin + avakirin : Ew xanîyê ku ji alîyê Siyamend ve li Wanê hatibû avakirin, rengê wî sipî bû. ...
 
 
Hin nimûne liser
 
"kelandin, dîtin, rastkirin, chêkirin û avakirin" wek navdêr:
 
Kelandina avê jibo chayê pêwîst e.
Bi dîtina min rastkirina chewtîyan di xebatê de mercekî bingehîn e.
Di chêkirina maseyan de Behzad pir hoste ye.
Gundîyan dest bi avakirina xanîyên xwe kirin....
 
 
Nimûneyine din liser pasîv:

Xanî
tê avakirin.
 
Xanî hat avakirin.
Xanî
dihat avakirin.
Xanî
hatiye avakirin.
Xanî
hatibû avakirin.
 
Bila xanî were / bê avakirin.
Bila xanî
hatibe avakirin.
Bila xanî
bihata avakirin.
Bila xanî
hatibûya avakirin.
 
Xanî dê / were avakirin.
Xanî
dê hatibe avakirin.
 
Xanî dê bihata avakirin.
Xanî
dê hatibûya avakirin.
 
Hin nimûne liser neyînîya pasîv:
 
Pirtûk nayê weshandin.
 
Pirtûk nehat weshandin.
Pirtûk
nedihat weshandin.
Pirtûk
nehatiye weshandin.
Pirtûk
nehatibû weshandin.
 
Bila pirtûk neyê weshandin.
Bila pirtûk
nehatibe weshandin.
Bila pirtûk
nehata weshandin.
Bila pirtûk
nehatibûya weshandin.
 
Pirtûk dê neyê weshandin.
Pirtûk
dê nehatibe weshandin.

Pirtûk
dê nehata weshandin.
Pirtûk
dê nehatibûya weshandin.