Pirtûkên Kurmancî

 Kirmanckî

 Pirtûkê wêneyan bi ABC 1-2-3

 A|B|C|Ç|D|E|Ê|F|G|H|I|Î|J|K|L|M|N|O|P|Q|R|S|Sh|T|U|Û|V|W|X|Y|Z|


Kurm. Kirm. Tr D |

 

 

 

Dê, bav û mamoste!

"Pirtûkê Wêneyan bi ABC" bi armanca hînkirina zarokên berdibistanî, (yên ku hên naçin dibistanê) hatiye amade kirin. Hêvî ew e, ku ev pirtûk ji dayîk, bav û perwerdekarên zarokan re bibe alîkar û karê wan hêsan bike.

Bêyî ku bihna zarokan teng bibe, mirov dikane bi rêya lîstikan, kanînên zarokan û liva destê wan bi kar bîne û bi vî awayî fêrbûneke rast pêshve bibe. Heke mezin bi dilxwazî û bi bihneke fireh bi zarokan re bixebitin, dikanin geshbûna wan ya perwerdeyî bilind bikin.

Gava zarok di pirtûkê de wêneyekê dibînin, navê wî dibên û ducar dikin, ew nav di serê wan de rûdine. Bi vî awayî hem zanîna wan fereh dibe, hem bilêvkirina wan xurt dibe û hem jî guhê wan hînî dengên zimanê Kurdî dibe.

Di hishê zarokan de awayê deng û formê (shikil) tîpan bi hev ve tên girêdan. Ev tisht ji wan re di destpêka xwendin û nivîsandinê de zor giring e.

Li gora derfetê (îmkanê) û heya ji destê me hat, me wêne wisa hilbijartin, ku kêfa zarokan jê re were û bala wan bikishîne û li gor têgihîshtin û zanîna wan bin. Bi rengkirina wêneyan ewê fêrî pênûsgirtinê bibin û pêre rengan jî binasin.

Ji bo ev pirtûk bighîje armanca xwe, em hêvî dikin, ku berî û pishtî rengkirina wêneyan, li ser mijar û babeta wêneyê, bi zarokan re bê axaftin.

Wek nimûne:

Tirî resh e.

Tirî shêrîn e û hwd.

Bi armanca ku kanîna nivîsandina zarok bi pênûsê xurt û gesh bibe, hin wêneyên pirtûkê bi rengên vekirî çap bûne. Berî rengkirina wan, divêt bala mirov lê be, ku zarok pêshî bi pênûsê di ser wêneyan re biçin û pashê wan temam bikin.

 © Alan DILPAK