Kurteçîrokên bi Kurmancî 

 Kirmanckî

[Sira Jiyanê Qijikê[Xewna Shîlanê] [Kurmê Çavbirçî] [Mizgîn li Gund
[Hevaltîya shêr û rovî


Kurm. Kirm. Tr D |
 

 

 
 
Hevaltîya Shêr û Rovî

Rojekê shêrekî ciwan rastî rovîyekî kal li deshta Siwerêkê tê. Rovî pir ditirse û dixweze, ku bilez ji wê derê bazde. Lê wî dît, ku ev shêr ne haqas hov e û rûyê wî bi ken e. Jibo vê yekê rovî li cihê xwe rawestîya, tirsa xwe dîyar nekir û got:
* Rojbash, shêrê ciwan, qeralê teban! Tu bi xêr hatî, liser herdu çavan, kerem bike, bide ferman!


Shêr li rovî vegerand:


* Rojbash hevalê rovî. Tu çima haqas jar û malûl î?


Rovî bi van gotinên shêr, yên nerm pir sha bû, hemû tirs ji dilê xwe avêtin û ji shêr re got:


* Qeralê min, wek tu dibînî, ez zor kal bûme, tukes li dora min nemaye û ez nema dikanim nêçîrê jî bikim. Loma ez li benda qeralekî wek te mame, ku ez xwe têxim bin xizmet û parastina wî.

Liser vê bingehê hevaltîya wan dest pê dike, rovîyê fêlbaz dibe hevparê nêçîra shêr û jîyana wan wisa derbas dibe.


Pishtî demekê, çend rojan li dû hev tu nêçîr bi dest wan nakevin. Herdu berê xwe didin çiyakî bilind û di kevîya newaleke zaf kûr re derbas dibin. Ji nishka ve rovî bi dengekî bilind dibê:

*Aaax, ax, ji derdê tunebûna lehengan!


Dema ku shêr ev gotin bihîstin, ew derhal di cihê xwe de rawestîya, çend awir berdan rovî û got:


* Tu çi dibêjî, rovîyê tirsonek, ma kes ji min lehengtir heye?


Rovî zû çavên xwe tijî hêstir kirin û bi awakî melûl got:


* Belê, qeralê minî delal, bavê te yê dilowan ji te lehengtir bû.


Shêr li rovî vegerand:


* Çi tishtê wî ji yê min lehengtir bû?


Rovî bi dengekî nizim got:


* Her cara ku em digihîshtin vê derê, bavê te yê dilowan bi mêranî xwe ji vî alîyê newalê davêt alîyê din. Heya ez bi mesha xwe ya rovînî digihîshtim wî alî, wî camêrî zikê xwe têr dikir û para min jî ji ber wî dima!

Bi van fortên rovî shêr mat bû û ji wî pirsî:


* Bavê minî kal, çon kanîbû xwe ji vî alî bavêje alîyê din? Ev tisht nayê bawerkirin!


Rovî dît, ku shêr ketiye gumanê. Wî dîsa xwe liber shêr nizim kir, berjor nêrî û got:


* Qeralê minî leheng, qey ez bi van rihên sipî derewan li te dikim? Ez rindîya bavê te yê kalemêr qe ji bîr nakim. Wî rojeke tenê ez birçî nehîshtim.

Pishtî van gotinan shêr serê xwe berjor kir, kire bûrebûr û got:


* Tu nizanî, ku ez jî lawê wî kalemêrê leheng im. Ez tucarî nahêlim, ku rôvîyekî zexel wek te, ji min loman bike û min tirsonek bihesibîne! Va ye, ezê xwe bavêjim wî alî. Zû xwe bigihîne para xwe ya nêçîrê!

Derhal shêr çend gavan bi pash ve çû, pirça xwe qij kir û bi hêzeke mezin xwe avêt. Ew negihîsht kevîya din û liser tehta binê newalê ket.

Rovîyê fêlbaz zanîbû, ku shêrê ciwan tucarî nagihîne alîyê din, yê newalê. Ew hêdî hêdî berbi binê newalê ve çû. Dema ew gihîsht ba shêr, dît ku rewsha wî pir pêrîshan e û ew dinaleye. Rovî li dora wî çû û hat, dît ku shêr nikane xwe bilivîne û ji cihê xwe rabe. Rovî, ji pash ve, giran giran nêzîkî shêr bû û dest bi xwerina terîya shêr kir.

Bi vî awayî shêr bash têgihîsht, ku ew ketîya dafa rovîyê fêlbaz. Wî hewil da, ku rovî nêzîkî devê wi bibe. Shêr bi dengekî xemgîn û dilekî shikestî ji rovî re got:

* Hevalê hêja, va ye ez dimirime! Lê dîsa jî ez dixwezim xizmetekê ji te re bikim, daku tama devê te hên xweshtir bibe. Goshtê sîngê min ji yê têrîya min zaf xweshtir e. Were, zikê xwe bi goshtê sîngê min têr bike!

Rovî lêvegerand û got:


* Zor sipas jibo vê shîretê. Min xwerina bavê te jî bi terîyê dest pê kiribû.

 
[Sira Jiyanê Qijikê[Xewna Shîlanê] [Kurmê Çavbirçî] [Mizgîn li Gund
[Hevaltîya shêr û rovî
 
 

vegere jor