Shîlan keçeke 6 salî ye.
Ew li Almaniyayê hatiye dinyayê. Dê û
bavê Shîlanê bi roj diçin kar. Shîlan
îsal nû diçe dibistanê. Kêfa wê
ji dibistanê re zaf tê û ew ji mamosta xwe
pir hez dike. Mamosta Shîlanê jî bi wê
zaf kêfxwesh dibe. Shîlan dikane bi du zimanan baxive.
Ew li mal bi Kurdî û li dibistanê bi Almanî
dipeyîve.Shîlanê welatê dê û
bavê xwe hên nedîtiye. Li wê derê
dapîr, bapîr, ap, met, xaltî û xalên
Shîlanê hene. Ew wan hên nas nake. Carcaran
ewê fotografên xwe dishînin. Shîlanê
ew li ser fotografan dîtine. Herçî bav û
dayîka Shîlanê qala welêt dikin, ew tim
bala xwe dide ser gotinên wan.Îro ji rojan rojek
ji meha Adarê ye.Bavê Shîlanê got:
"Sibe li ba me destpêka biharê
ye û hem jî sersala me ye, yanê Newroz e."
Shîlanê gotina bavê xwe
birî û got:
"Bavo, sersal pir demek e, ku derbaz
bûye."
Bavê Shîlanê kenîya
û got:
"Na, qiza min, ew li vê derê
bû. Li ba me, yanê li Kurdistanê sibe 21ê
Adarê ye û Newroz e. Sibe salake nû dest pê
dike. Rojên zivistanê yên sar êdî
qedîyan. Berfa serî çîyayên bilind
dihele. Newal û çem cosh dibin. Çîya
û zozan, desht û mêrg, her der shîn dibin.
Der û dor bi bihn û rengên kulîlk û
çiçekan tê xamilandin. Çi dar û
ber, çi kurm û kêz, çi kulîlk
û çîçek, çi çivîk
û balinde; li her alî bi jîyaneke nû
dest pê dike."
Shîlanê dîsa pirsî:
"Bavo, li Newrozê, wek li vir,
pir bombe tên teqandin?"
Bavê Shîlanê got "Na,
keça min!" û domand:
"Roja Newrozê her kes, jin,
mêr, xort, qîz, keçik û lawik kincên
pak û rindik li xwe dikin. Jin û keç xwe bi
xeftanên rengîn dixemilînin. Li her derê
rengên sor, sipî kesk û zer tên daliqandin.
Li ser çîyan, giran û li deshtan agirên
mezin ji bo Newrozê tên dadan. Shênî
hemû li dora agiran dicivin, govend û dîlanê
dikin û bi dehol û zurnê cejna Newrozê
pîroz dikin. Keç û kur xwe di ser agir re
davêjin. Her kes cejna Newrozê li hev pîroz
dike û bi vê cejnê sha û dilgesh dibe.
Ew ji bo sala nû kêfxweshî, tendurustî,
ashitî ji hev re hêvî dikin. Li Kurdistanê
shahîya Newrozê 3 rojan dom dike."
Shîlanê dixwest, ku hên
ji bavê xwe pir tishtan bipirse. Lê dayîka
wê dest bi axaftinê kir û got:
"Shîlan, qîza min a delal,
rabe, dereng e! Diranên xwe firçe bike û here
razê! Ezê sibe te zû hishyar bikim. Sheva tê
ezê ji te re çîroka Newrozê hewaldim."
Shîlanê bi dilekî xwesh
dayîk û bavê xwe maç kirin û got:
"Shev bash dayê! Shev bash bavo!"
"Shev bash qîza min!"
Shîlanê xwe xist nav nivînan,
welatê dayîk û bavê xwe di ber dilê
xwe re bir anî û pashê kete xeweke kûr
û xewneke dirêj.
Shîlan bi hevalên xwe re li baxçeyê
dibistanê digerîya. Wê kincên xwe yên
rengîn û pak li xwe kiribûn û porê
xwe bi kurdeleke kesk û sor, sipî û zer xemilandibû.
Hemû hevalên Shîlanê, yên ku ew
didîtin, bawer dikirin, ku îro roja bûyîna
Shîlanê ye û ji wê re digotin:
"Roja bûyîna te pîroz
be!"
Shîlan her carê dikenîya
û digot:
"Îro ne roja bûyîna
min e. Îro Newroz e. Yanê roja nû ye ji bo
me Kurdan. Îro sersala me ye."
Shîlan û hevalên wê
li ezmên nêrîn. Li hêla wan leglegeka
sipî ya mezin peyda bû. Carakê di ser dibistanê
re firîya û pashê hat li baxçeyê
dibistanê danisht. Hemû shagirt li dora leglegê
kom bûn. Legleg berê li zarokan nêrî
û got:
"Roj bash hevalno! Newroza we pîroz
be!"
Ji Shîlanê bêtir tukes tê
negihîsht, ku legleg çi dibêje.Shîlan
bi pêshde çû û silav da leglegê:
"Roj bash. Bila Newroza te jî
pîroz be. Tu çawa dizanî, ku îro Newroz
e?"
Leglegê dest bi axaftina xwe kir û
got:
"Ez ji Kurdistanê têm.
Îro li wê derê Newroz e.Hin leglegên
din jî çûn welatên din. Em dixwezin
zarokan ji hemû welatan bibin û bi wan re cejna Newrozê
pîroz bikin."
Shîlan hên nêzîkî
leglegê bû û bi dengekî xweshik û
nerm got:
"Dayîk û bavên min
jî ji Kurdistanê tên. Min hên Kurdistan
nedîtiye. Dapîr, bapîr û hemû xizmên
min li wir dijîn. Leglega delal û hêja, tu
dikanî min bi xwe re bibî?"
Leglegê got "Erê",
û domand:
"Tu dikanî du hevalên
xwe yên din jî bi xwe re wînî."
Shîlan carekê li dora xwe nêrî
û bi destên Susî û Miryamê girt
û hemûyan bi hev re xwe avêtin ser pishta leglegê.Legleg
pir bilind firîya. Ew derket ser ewran, di ser pir çîyan,
çem û welatan re firîya. Shîlan, Susî
û Miryam pir kêfxwesh bûn. Carekê Shîlanê
dît, ku li her derê agir hatine vêxistin û
dû bilind dibe.Hewildana bavê Shîlanê
hate bîra wê û pirsî:
"Leglega delal, em gihîshtin,
ne wisa ye?"
Leglegê got "Belê!"
û giran giran li nav shênî daket.Shîlan,
Sûsî û Miryamê hemû sipasî
leglegê kirin û bi çavên matmayî
li dora xwe nêrîn.
Li her derê agir hatibûn dadan. Kal, pîr, jin,
mêr, qîz, xort û zarok ketibûn govendê
û hinan jî xwe di ser agir re davêtin. Her
sê heval bi vî tishtî pir kêfxwesh bûn
û ew jî ketin govendê.
Dema ku dayîka Shîlanê ew
maç kir, wê çavên xwe vekirin û
ji xewna xwe ya xweshik derket. Dayîka wê got:
"Roj bash keça min a delal.
De rabe, îro Newroz e! Ez Newroza te pîroz dikim."
Shîlanê nexwest ku hishyar bibe.
Wê dixwest, ku xewna wê hên bidome. Gavek derbas
bû û wê jî ji dayîka xwe re got:
"Newroza te jî pîroz be,
dayê!"
Shîlanê xwe ji bo dibistanê
amade kir. Wê ji bo hevalên xwe tishtên xwerinê
xistin tûrikê xwe. Dema ku Shîlan ji malê
derdiket, got:
"Dayê, em dikanin sala tê,
li Newrozê herin Kurdistanê?
Dayîka Shîlanê lê
vegerand:
"Êvarî, ku bavê
te hat, em dikanin bi hev re li ser baxivin."
"Bash e, bimîne di xweshîyê
de, dayê!"
"Here, bi xweshî, qîza
min!"
|