Pêshgotin
 
 

 Kirmanckî
 


Kurm. Kirm. Tr D |
Hevalên delal,
 
Hûn dikanin di vê malperê (xaneper) de hin xebatên Alan Dilpak bibînin û agahdarîyên liser wan bixwînin.
 
Hêvîya vê malperê, destek jibo perwedekirina zarokên Kurd ya zimanî ye.
 
Rewsh: Materyalên (daring) jibo dersên Kurdî hên zaf kêm in.
 
Hawildan, gazinc û lom: Pirtûkên ku em jibo çapê amade dikin, mixabin yan qet nayên çapkirin yan jî pir dereng tên çap kirin. Heger ew werin çap kirin jî ewê nagihêjin destên hevalên di nav xebatê de ne. Jibo vê yekê me xwest hevalên di nav karê dibistanî de bi tenê nehêlin û hin daringên xwe têxin bin xizmeta karê wan yê dibistanî.
 
 
Me di malperê de cih dayîye hin pirtûk, kurteçîrok, gotar û nimûneyan. Liser van, agahî di rûpelên wan de ne.
 
Navnîshan jibo xwestina pirtûkan di rûpela lîsteya pirtûkan de ye. Hûn dikanin bi rêya e-mailê û postê van pirtûkan bixwezin.
 
Têknîk jibo me jî ye: Em jî dizanin, ku ev rêya înternetê ne çareserîyeke bingehîn e. Lê dîtin û bawerîya me ew e, ku em jî her derfeta (îmkan) têknîkî bikar bînin. Pir hevalên me yên ku pêwîstîya (ihtiyac) xwe bi van daringan (materyal, malzeme) hene, lê mixabin hên ne xwedanê kompûteran in. Jibo vê yekê tika (rica) me ji we hevalên xwedîkompûter ew e, ku hûn van nimûneyan bi awakî bigihînin hevalên di nav xebata çalak de ne.
 
Bi van hest û hêvîyan ji we re di karê we de serketin û pêshketin dixwezim.
 
© Alan Dilpakê we.