DIYARBÛN
Û PÊSHVEÇÛNA ZIMÊN - [1] [2] [3]
Alan Dilpak
Tishtanok (metelok, mamik)
die pêshveçûn û bikaranîna zimên
de jibo zarokan roleke giring dilîzin. Jiber vê yekê
em dixwezin bi metelokekê dest bi gotara xwe bikin.
Dernakeve ji mal'e,
Hem ciwan e, hem kal e,
Geh shûr e, geh mertal e,
Hem neyar e, hem heval e,
Geh shêrîn e, geh tal e,
Geh rastî ye, geh xeyal e.
Wek tê zanîn
du bersivên vê tishtanokê hene û herdu
bersiv jî «ziman» in. Carekê ziman wek
organeke lashî û carekê jî wek hacet,
daringeke jibo danûstandinê, yanê sîstêma
zimên dibe bersiv. Di vê gotara me ya hiro de, em
dixwezim liser sîstêma zimên û bi rastî
jî liser diyarbûn û pêshveçûna
zimên bisekinin.
Gelê kurd di jiyana
xwe ya çandî de ziman di hin pêshgotinên
xwe de jî bi kar anîye. Ligor dîtina me her
tishtên, ku mirov di derheqê zimên de bibê,
di van pêshgotinên jêrîn de bi wateyeke
(mane) rastî hatina gotin.
Ziman bê hestî
ye.
Ziman girtî ye, serî bi rehetî ye.
Ziman him dost e, him dujmin e.
Ziman ne kash e, ne kendal e.
Ziman kilîta dilan e.
Ziman karkerê xwedîyê xwe ye.
Zimanê dirêj edû yê serîyan e.
Zimanê mirov bela serê mirov e.
Zimanê sor e, pêshiyê ne gelî ye, ne
zihor e.
Zimanê xwe bibire, ciyê xwe bikire.
Zimanê wî nebûya, qijikan dê çavên
wî derxistina.
Zimano leqleq o, serîyo teqteq o.
Wek di vê pêshgotina
me ya kurt de jî hatîye ber çavan, mirov dikane
zimên bi vî awayî tarîf (Definition)
bike.
ziman:
Ziman taybetîyeke
mirov e û ev nîshandek wî ji hebûnên
din yên jiyandar cuda dike. Mirov jî wek tebayên
pêshketî hest, êsh û janên xwe
bi hin dengên xweristî (xwezayî, tebî)
ashkere dike. Mirov dikane liser bûyerên buhirtî
û pêsherojê fikir û ramana xwe bîne
zimên û raman û plana xwe dîyar bike.
Jiberku zimanê mirov ji dengên xweristî bêtir
sîstêmek e. Ew ji hin îsharet û sîmbolan
pêktê. Her îsharet û sîmbola zimanî
xwedanê yek wate û deng e.
Bi kurtahî mirov dikane bibê, ku ziman, sîstemeke
îsharetan jibo danûstandinê (Komunikation)
ye.
Mirov zimên bi nivîskî
û devkî pêk tîne. Ziman du grûp
in:
1- Zimanên xweristî
(3300 - 5000 ziman hene)
2- Zimanên çêkirî (wek; EDV, Esperanto,
LOGLAN --> LOGican LANguage)
Hînbûna Zimên:
I zimanê yekem
(zimanê dayîk)
II zimanê duyem
a) hînbûna zimanê duyem bi shêweyê
xweristî (bê dersên dibistanî)
b) hînbûna zimanê duyem bi shêweyê
dibistanî (hînbûna zimanê bîyanî)
Gavên pêshveçûna
zimên:
Jibo ku em diyarbûn
û pêshveçûna zimanê zarokekî
bash berçav bikin û naveroka zimanê dayîk
(Definition) dagirin, em dixwezin Rindo
bi rê kin û bi hev re peyasa (macereya) Rindo ya
zimanî seh kin. Rindo hiro hatiye dinyê û temenê
wî niha dest pê dike.
0;0 - 0;6
|
|
|
Rindo diqêrîne. Lêbelê
qêrînên Rindo hên ne ziman e. Dîsa
jî Rindo di demeke kurt de fêr dibe, ku ewê
bi qêrînên xwe xwestekên xwe guhbîste
kesên der û dora xwe bike. Qêrînên
Rindo yên xweshilkirinê û birçîbûnê
ne wek hev in. Bi vî awayî Rindo hin dengan pêk
tîne. Ew deng dê bibin bingehên zimanê
Rindo yê pêsherojê.
0;6 - 0;8
|
|
|
Rindo dikeve têkilîyê.
Dema ku dayîk daxive, Rindo bi balkêshîyeke
mezin guhdar dibe. Ew fêrî dengên nû
dibe, yên ku lêkolînvan wek "dengên-Lall"
bi nav dikin.
Dayîk dibê "Tu Rindoyê delal î".
Rindo bi "ba ba ba" yan jî "ma ma ma"
li dayîka xwe vedigerîne.
0;9 - 0;11
|
|
|
Rindo êdî dest bi texlîtan
û zarvekirina dayîka xwe dike. Bi vî awayî
gotinên ku bi piranî ji kîteke tenê pêktên
ducar dike.
0;9 - 0;11
|
|
|
Dayîka Rindo tê û
shûshe di dest de ye. Rindo pir sha dibe.
Rindo wateya hatina dayika xwe û ya shûsheyê
di destê wê de dizane.
Ew êdî wateya hin rabûn û rûnishtinan
fêm dike. Carna bi ken û carna jî bi girî
û qêrîn xwestina xwe dide zanîn.
1;0 - 1;6
|
|
|
Rindo niha ketiye bergehê, ya "ji
serpêhatîyan ta çêkirina dengan".
Qêrîna mangeyê "Mû", di mijîyê
Rindo de wek deng û wêne cih digire. Têkilîya
wan wek kod dikeve gencîneya peyvan ya Rindo.
- pêshveçûna
zimên - [1] [2] [3]
- [zimanê
dayîk çi ye?] [perwerde]
vegere
jor
|