m.

Gotarên bi Kurmancî

  
pêshveçûna zimên - [1] [2] [3]  
zimanê dayîk çi ye?  
perwerde

 Kirmanckî


Kurm. Kirm. Tr D |
 

DIYARBÛN Û PÊSHVEÇÛNA  ZIMÊN - [1] [2] [3]

Alan Dilpak

 

1;0 - 1;6
   
Dema ku dayîk ji Rondo re dibê "Mû, mange", Rindo mangeyekê tîne ber çavên xwe. Ev gotin û deng wek kod di mijîyê Rindo de cih digirin.

1;6 - 2;0
   
Rindo êdî dizane, ku her tishtek xwedîyê navekî ye.

1;6
   
Fêmkirina Rindo ji axaftina wî pêshketîtir e.
Dema ku mirov ji wî dipirse "Ka pozê te?", ew pozê xwe shanî dide.

1;6 - 2;0
   
Rindo di vê demê de êdî bi hevokên ku ji yek-gotin pêktên daxive.
Ew dibê "ham-ham" û wateya wê, "Ez dixwezim tishtekî bixwim." e.
Rindo dibê "Dayê" û dixweze ku dayîka wî were ba wî.
Rindo dibê "Dayê" û dayîka wî dizane ku Rindo ditirse.
Rindo dibê "Dayê" û dayîka wî dizane ku Rindo dixweze were ber hemêza wê.

1;6 - 2;0
   
Bi zêdebûna gotinan re, di gencîneya peyvan ya Rindo de, ew êdi hevokên bi pir gotinan çê dike. Lê ev hevok ne rêzimanî ne û tenê kesên ku bi Rindo re di têkilîyên nêzîk de ne (wek dayîk), dikanin hevokên wî fêm bikin.
Wek nimûne:
dayê shîr vexwe pir xwesh
Wate: Dayê ez ji vexwerina shîr pir hez dikim.

1;6 - 2;0
   
Rindo êdî lêkolînvanekî biçûk e.

2;0
   
Rindo kanîna xwe feretir kiriye - Ew dikane wêneyan nas bike. Ne hewce ye, ku tisht liber çavên wî bin. Dema ku ew wêneyan dibîne, dikane êdî navên wan jî bibê.

2;6
   
Rindo dikane hevokan çê bike, lê di warê rêzimanî de hên shashîyên wî hene. (kesandina lêkeran, pirhejmar û hwd.)
Nimûne: Rindo çû.  Dîlan û Loran çû.

 

 

 

pêshveçûna zimên [1] [2] [3]
[zimanê dayîk çi ye?] [perwerde

vegere jor